Skip to content
Artwork for SBS Kurdish - SBS Kurdî
NewsDaily NewsSociety & Culture

SBS Kurdish - SBS Kurdî

SBS

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Play
  • 23 episodes
  • Avg 12 min
  • Kurdish
Counted on this page — what you have heard stays on this device, so it is not something the list can be paged by.
  • Yesterday · 5 min

    Nûçeyên roja Sêşemê 01/09/2026

    Di vê bûletene de: Amûr û alîkariyên Australya ber bi Nepalê ve diçin da ku piştgiriyê bidin hewldanên lêgerîn û vegerandinê... Pekîn şîroveyên li ser Taywanê yên di civîna Foruma Giravên Pasîfîkê de red dike ku ew gef bûn... Û di tenisê de, Aryna Sabalenka li New York Camila Osorio ya Kolombî têk dibe. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Friday · 5 min

    Nuçeyên roja Înê 28 08 2026

    Di vê bûletene de: Australya 5 milyon dolar û tîmekî pispor dişîne Nepalê, herweha hejmara Australiyên winda gihîştiye 39an... Wezîr red dikin ku penaber werin qebûlkirin, Anthony Albanese sînorê 20,000 kesan piştrast dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Friday · 9 min

    Çima handana xwendevanên ciwan ji her demê girîngtir e

    Ji rûpelên pirtûkan bigire heta qadên lîstikê yên zarokan, pîrozbahiyên Hefteya Pirtûkan ên salane demeke dirêj e ku dibin alîkar ku çîrokên zarokên Australya vejînin. Niha ku rêjeyên xwendina kêfê yên neteweyî kêm dibin, pispor û nivîskar dibêjin mijûlkirina ciwanan bi wêjeyê ji her demê girîngtir e.

  • Thursday · 10 min

    Nuçeyên roja Pêncşemê 27 08 2026

    Di vê bûletene de: Anthony Albanese piştrast dike ku bi dehan Australî di lehiyên Nepalê de winda ne... Leşkerên navneteweyî li Xezzayê amadekariyên bicihkirina xwe li ser plana ku ji hêla DYA ve tê piştgirî kirin dikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Thursday · 7 min

    Daykek: Heyfa ciwanên ku canê xwe ji bo deskeftinên ne hêja fîda kirin

    Raporta Hatice Kamer ji Amedê vê hefteyê li ser rewşa dawîn a qanûn û komisyonên ku ji bo pêvajoyê hatine avakirin e. Herwiha, rapor li ser şîna dehan şervanên PKKê ye ku navên wan hatine eşkerekirin û di deh salên dawî de di şer û pevçûnan de hatine kuştin. Di heman demê de li Amedê, bi beşdariya malbatan, şîna 49 şervanan sê rojan hate lidarxistin. Hemû şervan ji Amedê bûn.

  • August 26 · 4 min

    Nûçeyên roja Çarşemê 26/08/2026

    Di vê bûletene de: Rêbazên enerjiyê yên navenda daneyên AI berî civîna Kabîneya Neteweyî ya îro rastî dijberiyê tên... Hukûmeta federal neçar ma ku siyaseta xwe ya li ser vegerandinên tenduristiyê biparêze... Û di futbolê de, ciwanê Australî Lucas Herrington ji bo Hull City destpêka xwe dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • August 26 · 4 min

    ‘Li ser tiştekî netikîn': Çawa e-nameyek dikare karsaziyekê xerab bike

    Australî bi sedan milyon dolar ji ber sextekaran winda dikin, û sextekar her ku diçin zêdetir Huşmendiya Çêkirî AI bikar tînin da ku kesan bixapînin. Di vê Hefteya Hişyariya Sextekariyê de, pisporan di vî warî de tedbîrên pêşîlêgirtinê ku mirov dikarin ji bo parastina xwe bikin parve dikin.

  • August 26 · 10 min

    Mezlûm Ebdî: HSD dê were hilweşandin û tevlî saziyên dewletê bibe

    Mazlûm Ebdî ragihand ku pêvajoya hilweşandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û tevlîbûna wan a temam di nav saziyên fermî û ewlehiya dewleta Sûriyê de dê were pêkanîn. Li gorî daxuyaniyê, ev gav dê bibe beşek ji pêvajoya yekîtiya saziyên leşkerî û ewlehiyê û rêxistina nû ya hêzên li Sûriyê. Zêdetir derbarê vê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

  • August 25 · 4 min

    Nûçeyên roja Sêşemê 25/08/2026

    Di vê bûletene de: New South Wales reformên nû yên berfireh ên makîneyên pokêr eşkere dike... Rêveberiya Trump ji bo astengkirina çavkaniyên dahatê yên Tehranê cezayên nû radigihîne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • August 25 · 59 min

    Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 20/08/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvîna bi ajansê xaniyan Omid Colan li ser bazara milk diaxave. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.

  • August 21 · 5 min

    Nuçeyên roja Înê 21 08 2026

    Di vê bûletene de: Kaptan û rahênerê tîmê Sydney Swans di nav lêpirsîna polîsan a berdewam de lêborînê dixwazin... Xizmetên Awarte piştî şaşiyeke dilşikestî pêvajoyên jiyanê dinirxînin... Wezîrê Derve yê Îranê Araqçî dibêje 'terorîzma aborî' ya DYA aboriya cîhanî tehdîd dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • August 21 · 11 min

    Can young Australians still afford a first home in Sydney? - Gelo ciwanên Australya dikarin li Sydney xaniyê xwe yê yekem bikirin?

    For young Australians hoping to buy their first home, Sydney’s changing property market may offer new opportunities, but affordability remains a major challenge. Real estate agent Omid Jolan discusses the compromises first-home buyers may need to make, including choosing a different location, a smaller property or an apartment or townhouse. He also looks at where opportunities may exist across Sydney and what young buyers can expect from the market over the next 12 months. - Ji bo ciwanên Austra

  • August 20 · 10 min

    Nuçeyên roja Pêncşemê 20 08 2026

    Di vê bûletene de: Balyozê Îsraîlê ji bo mirina Zomi Frankcom lêborînê red dike... Daxwazeke bi coş ji bo Hukûmetê, ku planên tenduristiyê yên dêrînan sînordar neke... Ciwaneke 18 salî ku hefteyeke wundaye mirî hat dîtin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • August 20 · 9 min

    Qanûna Pêvajoyê hat belavkirin: Hêvî û xemên malbatên şervanan

    Qanûna Yasaya Pêvajoyê roja Sêşemê 19 Tebaxê bi İmzeya Serokomarê Tirkiyê, di Rojnameya Fermî ya Dewletê de hate belavkirin. Ji bo sepandina qanûnê sê komîte dê werin damezrandin. Avakirina Komîteya Çavderîkirin û Nîrxandinê, roja Sêşemê ji aliyê Cîgirê Serokê Tirkiye ve hate ragihandin. Ev qanûn, rê li vegera şervanên PKKê jî vedike. Lê gelo malbatên şervanan çi dibêjin, Hatice Kamer ji du dayikên Kurd li ser xemên wan dipirse.

  • August 19 · 10 min

    Êrîşa mûşekî ya Îranê li ofîsa Serokwezîr M Barzanî nerazîbûnê zêde dike

    Êrîşa mûşekî ya Îranê li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û baregeha ajansa ewlehiyê ya Hukûmeta Herêmê bû sedema nerazîbûna navxweyî û navneteweyî. Li alîkî din, li depoyeke sûtemeniyê ya li navçeya Tancero a Silêmaniyê agirêkî mezin derket. Di agirî de nêzîkî 25 kes birîndar bûn. Zêdetir di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

  • August 18 · 7 min

    Nûçeyên roja Sêşemê 18/08/2026

    Di vê bûletene de: Hukûmeta Federal ji bo xurtkirina hebûna sotemeniya Australya li dijî astengiyên siberojê gavê diavêje ... Iran bi dironan êrîşî ofîsa serokwezîrê HHK Mesrûr Barzanî dike... Auckland wekî mazûvana yekem maça State of Origin a mêran li New Zealanda sala bê hat piştrast kirin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • August 18 · 57 min

    Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 13/08/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvîna bi hunermendên Kurd Asrîn Recebî û Resûl Xefûr Nejad, nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.

  • August 14 · 5 min

    Nuçeyên roja Înê 14 08 2026

    Di vê bûletene de: Anthony Albanese di pêwendiyeke telefonî de bi Donald Trump re li ser bacên gumrigê diaxive... Seroka berê ya Victoria Jacinta Allan dawî li kariyera xwe ya siyasî ya 27 salan tîne... Û di werzîşê de, Wallabies berî maça xwe ya dubare ya li dijî Japonê guhertinên mezin dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • August 14 · 15 min

    Asrin - Rasul: Keeping Kurdish identity alive through music - Asrîn û Resûl: Bi muzîkê nasnameya Kurdî zindî dihêlin

    Sydney-based Kurdish musicians Rasul Ghafur Nejad and Asrin Rajabi discuss their shared musical journey, from their early passion for music and formal studies in Australia to releasing their first album in 2017. They explain the inspiration behind their latest song, “Imaginary Horse,” describing its themes of love, hope and perseverance. The couple also reflect on the importance of Kurdish music as a way to preserve language, culture and identity, particularly for younger generations living away

  • August 13 · 6 min

    Dengê 26 jinên Kurd bi zimanê Yunanî

    Nivîskar Cemîl Turan Bazidî, li ser helbestvanên jin ên Kurd, antolojiyek bi zimanê Yunanî amade kiriye. Ev di warê xwe de berhemeke sereke ye. Antolojî ji helbest û kurteçîroka 26 jinên Kurd pêk tê. Bazidî antolojiyê diyarî Rewşan Bedirxan dike. Di hevpeyvînê de Bazidî behsa serhatiya nivisandinê û armanca antolojiyê dike. Bazidî 40 sal in li Yunanistanê dijî.

Showing 1–20 of 23 episodes